Sevim Hatun
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve (ZŞ) daristana bîranînê ya ku dişibe Keştiya Hezretî Nûh hat danîn
Di çarçoveya "Projeya Daristana Bîranînê ya Şehrê Nûh" a ku ji aliyê ZŞê ve tê birêvebirin de, li nêzî gundê Îkîzceyê bi merasimekê darên ewil hatin çandin.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş beşdarî merasimê bû û di axaftina xwe de diyar kir ku li herêmê bûyerên ne xweş qewimîn, ew roj li paş ve man û wiha dewam kir:
"Înşellah Şirnex him bi binesaziya xwe him jî bi avahiyên xwe di demeke kurt de dê ji bo herêmên din bibe herêmeke mînak. Ev projeya daristanê ji bo hişmendiya xizmetê ya li herêmê mînakek e. Li vê derê nêzîkî 180 hezar fîdan wê bên çandin. Bi îzna Xwedê wê ev daristan şîn bibe û silûetê keştiya Nûh eleyhîsselam derbikeve holê."
Rektorê ZŞ Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan got ku di çarçoveya projeyê de wê li qadeke ku ji 3 hezar û 500 dekarî pêk tê fîdan bên çandin û wiha axivî:
"Di nav 10 salên pêş de wê miletê herêmê di bin siya daran de seyranê bike. Herwiha emê bi panelên royê û lembeyên led daristanê ronî bikin. Berî êvarê wextê geştiyar ji vir deerbas bibin wê silûetê keştiyê bibînin."