Ekrem Payan
01 Sibat 2025•Rojanekirin: 20 Sibat 2025
Bi hevkariya Walitî û Şaredariya Şirnexê her roj alîkariya xwarinê didin 200 malbatî.
Xwarinên ku di sitîlên li mala mamosteyan hatine danîn da tên pehtin bi wesayîtên serwêsê yên Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî û Şaredariya Şirnexê va ji hêla ekîban va li welatiyên hewcedar tên belavkirin.
Alîkara Waliyê Şirnexê Emîne Dîlece got ku 3 cure xwarina germ a ku her sibeh li Mala Mamosteyan tê pehtin li 200 malbatî bi tevahî li 1000 kesî tê belavkirin.
Dîlce behs kir ku proje bi serkêşiya walîtiyê li hemû navçeyan dest pê kir û ev gotin:
"Biqasî mehekî ye em vê projeya xwe didomînin. Em guh didin daxwazên welatiyên xwe û malabtên ku xwarinê li wan belav dikin jî ziyaret dikin. Heta niha gelek tiştên erênî hatin gotin em jî ji ber vê gelekî kêfxweş in. Armanca me ew e ku vê jiamrê zêdetir bikin. Em ê seranserê salê vê projeyê bidomînin."