Ekrem Payan
08 Hezîran 2025•Rojanekirin: 11 Hezîran 2025
Li bajarokê Kumçatiya Şirnexê nêzîka 50 donim erdê genim lê çandî şewitî.
Li gundê Başagaçê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn di erdê genim li çandî da şewat derket.
Li ser îxbarê ekîbên ser bi Rêveberiya Kargêriya Daristanan û yên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Bi midaxeleya ekîban şewat hat vemirandin lê nêzîka 50 donim erdê genim lê çandî zirar dît.