Adsız Günebakan
08 Hezîran 2025•Rojanekirin: 11 Hezîran 2025
Li Gazîentabê hosteyên hesinkar ocaxên xwe yên hesinkariyê di Eyda Qurbanê da ji bo kizirandina ser û pepikan vêxistin.
Hesinkarên li Sûka Paxirvanan a Dîrokî fealiyetên xwe dikin, di Eyda Qurbanê da ocaxên xwe yên ku tê da hesin dikutin, ji bo kizirandina ser û pepikên heywanên qurbanê vêxistin.
Okkeş Kazê hesinkar diyar kir ku zêdeyî 20 salan e ew karê hesinê sorbûyî dike û berî Eyda Qurbanê karê wan zêde bû, lewra wan pêşdatir berhemên wekî kêr, zirx û manxal çêkirin û bi destpêkirina eydê ra jî wan dest bi kizirandina ser û pepikan kir.
Kaz bal kişand ku ew berê wekî 5-6 hoste dixebitîn û wan heta derengiya şevê ser û pepik dikizirandin lê niha hejmara wan daketiye.