Abdurrahman Binay,Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
11 Sibat 2025•Rojanekirin: 11 Sibat 2025
Li Kurtalanana navçeya Sêrtê, 20 kesên ku di avahiyekê da ji ber şewatê bi dû ketin, tên tedawîkirin.
Li Taxa Xerzanê li ser Kolana Kervanê di Apartmana Yildirimê ya 10 qatî da ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derket.
Ji ber dû, şêniyên apartmanê di daîreyan da mehsûr man.
Li ser îxbarê, ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez û her wiha ekîbên polês, îtfaiye û AFADê bo cihê bûyerê hatin verêkirin.
Ekîbên îtfaiyeyê û her wiha bi Wesayîta Midaxeleya Bûyerên Civakî (TOMA) va midaxele li şewatê hat kirin û kesên di avahiyê da mehsûr man jî bi nerdewanên îtfaiyeyê û asansorên neqliyeyê va ji pencere û balkonan hatin texliyekirin.
20 kesên ku bi dû ketin bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kurtalanê hatin veguhestin.
Her wiha agir bi midaxeleya ekîban hat temirandin.
Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya jî di daxuyaniya xwe ya da mensûbên çapemeniyê da hêviya silametiyê ji bo kesên şewatê tesîr li wan kir, xwest.
Kizilkaya bal kişand ku li ser îxbara di avahiya 10 qatî ya bi 20 daîreyî da şewat derket, demildest ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez û her wiha ekîbên polês, îtfaiye û AFADê gihîştin cihê bûyerê û her wiha xebatên texliyeyê kuta bûn û tu kes di avahiyê da neman.