Serhat Zafer
24 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2025
Li Sîvasê serwîsa xwendekaran welgeriya û 15 kes tê da birîndar bûn.
Serwîsa xwendekaran a ku navê şofêrê wê hê nehatiye tesbîtkirin û plaqeya wê 58 AGV 495 e, li nêzî gundê Alahaciyê yê ser navendê welgeriya.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, AFAD û cendirmeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da şofêr û 14 xwendekarên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.