20 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
BALIKESİR
Di qezaya trafîkê ya li Dursunbeya navçeya Balikesîrê qewimî da li gor tesbîtên ewil 2 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hat hildan wesayita xebatkarên kana madenê tê da bûn û TIReke kereste barkirî li texma Pîrîbeylerê li hev qelibîn.
Piştî bûyerê rayedarên berpirs gelek ambûlans, agirkuj û ekîbên AFADê sewqî cihê qezayê kirin.
Li gor diyarkirina ewil di qezayê da 2 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn û kesên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dursunbeyê.