30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Lîstikvanê tiyatro, sînema û rêzefîlman Erdal Tosun di qezaya trafîkê ya ku li Sariyerê qewimî da can da.
Li gor agahiyên ku hatin hildan wesayîta bi plakeya 34 EJ 8342 li ser Kolana Buyukdereyê ber bi Maslak-Sariyerê diçû li refuja nava rê xist.
Bi tesîra lêxistinê wesayîtê teqle avêt û ket ser wesayîta bi plakeya 34 UJ 3409 ku Erdal Tosun (53) diajot. Tosun di wesayîta daqa wê pelçiqî da asê ma. Li ser îxbarê ekîbên tendûristî û agirkujiyê hatin cihê bûyerê. Piştî hewl û xebatan Tosun ji wesayîta ser pelçiqîbû hat derxistin lê hat tespîtkirin ku wî li cihê bûyerê can daye. Cesedê Tosun birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kagithaneyê.
Şofêrê wesayîta bi plakeya 34 EJ 8342 ku bû sedema mirina Tosun û ew jî birîndar bû hat derxistin û teslîmî ekîba tenduristiyê hat kirin.
Navê şofêrê ku bû sedema qezayê heta niha eşkere nebû.
- Erdal Tosun
Erdal Tosun di sala 1963an da li Stenbolê hat dinê. Erdal Tosun kurê aktorê Yeşîlçamê Necdet Tosun bû û ji Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Mîmar Sînanê mezûn bû.
Tosun di gelek şano, rêzefîlm û fîlman da leyîstibû.