06 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Ji ber hewla veberhênan û pêşketinê ya ku Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê eşkere kir, esnaf û welatiyên li Sûra navçeya Diyarbekirê ku ji ber êrîşên endamên PKKya rêxistina terorê zirar dît, kêfxweş bûn.
Serokwezîr Yildirim li Diyarbekirê eşkere kir ku wê di warê çandinî, tenduristî û aboriyê da hewla veberhênan û pêşeketinê bidin destpêkirin û ji ber vê jî bi taybetî welatiyên li Sûrê kêfxweş bûn.
Di vê çarçoveyê da wê 50 hezar lire bi wehdê 2 salan pere bidin esnafên Sûrê ku ji ber êrîşên PKKyê mexdûr bûn. Ev alîkarî ji bo esnafan beriya eydê bû moral.
- "Me pêdivî bi krediya bêfaîz hebû"
Esnafê Çarsûya Dîrokî ya Zêrfiroşan Murat Şenyigit di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku pêdiviya xelkê Sûrê bi bernameya ku Serokwezîr Yildirim eşkere kir, hebû û têra wan dike.
Şenyigit diyar kir ku ji bo esnafê Sûrê ev, geşedaneke baş e û wiha xeberda:
"Xelkê herêmê di meraqê da bû û li benda paketê bû. Digel paketê aboriya herêmê dê bi pêş keve. Bi taybetî esnafê Sûrê ji terorê gelek kişand. Bi van veberhênan va hêvîdar im, emê bikaribin zirara xwe telafî bikin. Me pêdivî bi krediya bêfaîz hebû, Serokwezîrê me bira sax be. Ev derfet pêşkêşî me kir."
Şenyigit bal kişand ku ew êdî naxwazin ku navê wan digel terorê bê xwendin û wiha got, "Zahf ciwan bêkar digerin. Dema febrîqe vebûn, ciwan jî dê bixebitin."
Şenyîgît got ku piştî operasyonanên li Sûrê rewşa aramiyê pêk hat û wiha dewam kir: "Berê min pere dixist nav poşetan û diçûm bankayê, lê niha ez bi eşkere diçim bankayê. Şikir ji Xwedê re niha dizî nema."
Esnaf Alî Saît Ozkan got pakêta ku Serokwezîr Bînalî Yildirim eşkere kir wê ji bo pirsgirêkên herêmê bibe derman.
Ozkan ji bo hemleya veberhênanê spasiya hikûmetê kir û wiha axivî: "Serokwezîr qinyat da esnafan. Hemleya veberhênanê bide sedem ku karsaz jî bên herêmê û wê pirsgirêka terorê jî çareser bike. Em ji ber vê hemleya veberhênanê spasiya Serokwezîrê me dikin. Piştî ku fabrîka bên avakirin, bêkarî jî wê ji holê rabe. Ya rast ev gav wê rê li ber çûyîna çiyê jî bigre. Bi saya vê pirsgirêka terorê jî wê çareser bibe."
"Tiştên ku Serokwezîr gotin gelek xweş in"
Ji welatiyan Furkan Ordu diyar kir ku di nav cihên dîrokî yên dinyayê da yek jî jê Sûr e.
Ordu destnîşan kir di çarçoveya bernameya ku hat eşkerekirin da piştî bi dawîbûna xebatan Sûr wê ji rojên xwe yên berê çêtir bibe û wiha dewam kir: "Ew krediya bêfaîz a ku wê bidin esnafên Sûrê wê gelek baş be. Em dixwazin ku ew bername demildest bê sepandin. Ew tiştên ku Serokwezîr qal dikir gelek xweş in, bi vê sayê wê reng û rûçikê Diyarbekir û Sûrê biguhere. Gelek girîng e ku rewşa wan welatiyên ku li Sûrê mexdûr bûn bê başkirin."