18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
ŞANLIURFA
Deriyê Sînorê Murşîtpinarê ku di dema şer û pevçûnên li Kobanêyê diqewimîn de gelek caran hat rojevê niha jî ji bo vegera kurdên sûriyî deriyê hêviyê ye.
Tirkiye ji ber şerê navxweyî yê ku li Sûriyeyê diqewime hin deriyên sînor ên vedibin aliyê Sûriyeyê ji mecbûrî hin caran digire. Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ku li Sirûca navçeya Rihayê ye jî ji van deriyan yek e.
Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji ber şer û pevçûna ku di navbera Komên Kurd û DAEŞê qewimîn de hat girtin û niha jî ji bo derbasbûnê rojên duşem û pêncşemiyan destûr tê dayîn.
Deriyê sînor ê vê derê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî yên ku ji Kobanêyê re tên şandin jî xwedî cihekî pir girîng e. Lewra ji xeynî vê derê alîkarî di tu dereke din de ji Kobanêyê re nayê şandin. Merivên ku mihtacê alîkariyên bin jî di derî de her tim tên derbaskirin.
Di dema şer û pevçûnan de deriyê sînor ê ku gelek zirar dîtibû hat temîrkirin, têlên sînor hatin guhertin û li derdora derî di 16 deran de qamerayên ewlehiyê hatin bicihkirin û herêm 24 saetan tê kontrolkirin.
- "Ji bo sûriyeyiyan deriyê ku vedibe dinyayê ye"
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê û AAyê diyar kir ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ne bi tenê ji hêla gelê Kobanê ve ji hêla sûriyeyiyên ku dixwazin derbasî Haseke, Reqa û Helebê bibin jî tê bikaranîn û wiha pê de çû: "Murşîtpinar ji bo sûriyeyiyan deriyê ku vedibe dinyayê ye. Kesên nexweş ên li aliyê Kobanêyê di vî deriyê hanê de tên aliyê Tirkiyeyê û tedawî dibin.
Di resmiyetê de weziyeta Murşîtpinarê wek "deriyê hidûd ê berwext" xuya dike û Çîftçî bal kişand ser vê rewşê jî û wiha got: "Em li gor derfetên xwe vê derê birêvedibin lê li vê derê çûn û hatin pir çêdibe. Her hefte nêzî 150-200 kamyon alîkariya mirovahî tê û derbas dibe. Piştî ku şer bi dawî bû nêzî 100 hezar însan derbasî aliyê Kobanê bûn. Bi tenê ne Kobanê yên ku dixwazin derbasî derên din ên Sûriyeyê bibin jî vî derê hanê bi kar tînin."
Evdirehman Hamdanê kurd jî diyar kir ku ew ji bo derbasî bajarê xwe bibin di deriyê sînor ê Murşîtpinarê de derbas dibin û diçin Kobanê.