Nihat Kavşut
21 Tebax 2018•Rojanekirin: 25 Tebax 2018
ANKARA
Ji bona nimêja Eyda Qurbanê li çar aliyê welêt welatî çûn mizgeftan.
Li Stenbolê hin welatî nimêja Eyda Qurbanê li Mizgefta Eyup Sultanê kirin.
Li Enqereyê welatî ji bona nimêja Eyda Qurbanê çûn Mizgefta Hacibayramê û pey ra jî eyda hev bimbarek kirin.
Li bajarên wek Şanliurfa, Diyarbekir û Mêrdînê jî welatî ji bona nimêja Eyda Qurbanê çûn mizgeftan û dema ji mizgeftê derketin jî eyda hev pîroz û bimbarek kirin.
Li Silêmaniyeya bajarê Iraqê jî welatî nimêja Eyda Qurbanê li Mizgefta Darul Selam kirin û beriya nimêjê Qur'ana Pîroz hat xwendin.