MÛGLA
Hîndekarê Beşa Kontrol û Parastina Hawirdorê yê Dibistana Bilind a Pîşeyê yê Fethiyeyê yê Zanîngeha Mûgla Sitki Koçmanê Yasîn Îlemîn, da zanîn ku li Tirkiyeyê yekem car dîmenên gurê reş hat kişandin.
Îlemîn di çarçoveya xebatên xwe yên der barê jiyana ajalên dirinde yên ku dijîn de ji 2004an heta niha xebatan dike û li Tirkiyeyê yekem car bi fotodafikan dîmenên gurê reş yê melanîstîk kişand.
Îlemîn ji bo ku populasyona cureyê wê nekeve xetereyê navê navçe û bajarê ku hat kişandin, tam eşkere nekir û got ku em ji nêçîrvanên xeşîm ditirsin.
Îlemîn got ku "Mixabin ku li gelek bajarên Anadaloya Rojava her cure ajalên dirinde bi awayekî xeşîm tên nêçîrkirin. Bi taybetî nêçîrkirina ajalên dirinde ji bo jiyana hov a welatê me dê encamên nebixêr derxîne holê û rewşa sirûştî dê xira bibe."
Îlemîn got ku dîmenên ku kişandin ji bo welat yekêmin gurê tam melanîstîk e.