Sidar Can Eren
12 Nîsan 2024•Rojanekirin: 18 Nîsan 2024
Li Ovacika navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra di baxçeyê xaniyekî da guldexwînan vekir û dîmeneke xweş derket holê.
Li navçeya ku demsala zivistanê lê dijwar derbas dibe, bi vehelîna berfê ra siruşt bi xwe va hat û dest û erazî hêşîn bûn.
Çil û çiyayên ku navçe dorpêç kiriye, hê di binê berfê da ne, ji aliyê din va jî deşta navçeyê bi pîvok, nêrgiz, simbil û berfînan xemilî.
Li Taxa Pulurê di baxçeyê xaniyekî da jî guldexwînan vekir.
Guldexwîn bi rengên xwe yên sor va balê dikişînin û li dinyayê ji kulîlkên nadîde yek e.
Guldexwîn li ser çil û çiyayên Munzûr û Mercanê jî hêşîn dibin û 15-20 roj emrê wan heye.