02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
TUNCELÎ
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu wiha got, "Emê bi biryara serokomarê me, bi biryardariya serokwezîr û hikûmeta me, bi cesareta hêzên me yên ewlekariyê û pêbaweriya gelê xwe va koka vê rêxistina terorê biqelînin. Bira tu kes meraq neke, bira gumana kesî tunebe."
Soyluyê ku ji bo çendîn seredanan hat Tunceliyê, li navçeya Çemîşgezekê di mîtinga partiya xwe da xîtabî welatiyan kir.
- Ragihandina xweseriyê ya HDPyê
Soylu da bîrxistin ku AK Partî di hilbijartina giştî ya 7ê Hezîrana 2015an da bi serê xwe nebû desthilat û rêza wan ji biryara gel ra heye. Soylu helwesta HDPyê ya piştî hilbijartinê rexne kir.
Wezîr Soylu axaftina xwe wiha domand:
"Ma ne, we HDPya berdevkê rêxistina terorê dît? Çawa quretî dikir? Çi kir, tiştek got. Got, 'Ji niha şûnda êdî gotina meyê biçe pêş'. Gotinên gelek mezin kirin. Gotin ku emê li deverên xwe xweseriyê rabigihînin. Gotin, ma ne? Nexwe ka xweseriyê îlan bikin, em we bibînin. De îlan ke, îlan ke ka em te bibînin. Ka tu li ku yî, de îlan bike. Ev milet firsendê nade te ku tu îxanetê li yekîtî, biratî û şaristaniya vî miletî bikî.
Ez dixwazim li vir evî bêjim ku emê bi biryara serokomarê me, bi biryardariya serokwezîr û hikûmeta me, bi cesareta hêzên me yên ewlekariyê û pêbaweriya gelê xwe va koka vê rêxistina terorê biqelînin. Bira tu kes meraq neke, bira gumana kesî tunebe."