Emre Ilıkan,Yılmaz Kazandıoğlu
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
Berber û kuaforên ji Nîgdeyê hatibûn Adiyemana ku erdhejên Kahramanmeraşê lêxist, porê zarok û mexdûrên erdhejê ne, çêkirin.
Berber û kuaforên ji Nîgdeyê hatibûn Adiyemana ku erdhejên Kahramanmeraşê lêxist, porê zarok û mexdûrên erdhejê ne, çêkirin.
Kuafor û berberên bi piştgiriya Şaredariya Nîgdeyê hatibûn bajêr li Taxa Sumerevlerê ji bo zarokên di konan da diman ciyekî taybet ava kirin û porê wan kurt kirin.
Li qada taybet qasî 20 berber û kuafor bi dildarî xebitîn û porê zarokan jêkirin û çêkirin.
Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mîsbah Demircan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku birînên li bajêr wê bi hevkariyê bê pêçandin û wiha domand: "Li bajêr ji bo dilê zarokan xweş bibe hinek tişt tên kirin. Ji çar aliyê welêt gelek şaredarî û saziyên civakî yên sivîl tên û li vê derê xebatên bi dildarî dikin."