Sayim Harmancı,İbrahim Yaldız,Zafer Tayfur,Orhan Sağlam
09 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2025
Li Wanê rêya 28 tax û gundan ji ber berfê hat girtin, li Hekarî û Mûşê jî rêya 51 gundan ji ber berfê girtî bû, hat vekirin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berfa zêde ya li bajêr, li navçeya Gurpinarê rêya 22 taxan û li navçeya Başkaleyê jî rêya 6 taxan hat girtin.
Ekîbên ku berfê paqij dikin ji bo ku rê bên vekirin dixebitin.
Li navçeya Başkaleyê berfa ku li ser kuçe û kolanên navendê kom bûbû li kamyonan hat barkirin û ekîban ew birin dervayî navçeyê.
- Hekarî
Li Hekariyê piştî berfa ku duh barî li hin herêman baran barî û mij çêbû.
Ji ber berfê rêya 43 tax û gundan hat girtin, ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rêyên girtî vekirin.
Li herêmên çolter jî xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
- Mûş
Li Vartoya navçeya Mûşê rêya 8 gundan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin, ji hatin û çûyînê ra hatin vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyand ku duh li deverên bilind ên bajêr berf barî.
Yentur anî ziman rêyên 8 gundan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin, ji hatin û çûyînê ra hatin vekirin û ekîb li hemberî berfê amade ne.