Cüneyt Çelik
03 Sibat 2022•Rojanekirin: 08 Sibat 2022
Li Qersê welatiyekî berxa jê ra ji gund bi diyarî hatibû hilda û ji bo berx neweste û necemide jî di selike li pişt duçerxa xwe da bi cî kir û bir malê.
Abdulkadîr Çalkendîrê li bajêr rûdinê seba berxa jê ra ji gund bi diyarî hatibû şandin neweste nemeşand û bi rêbazeke din derket rê.
Çalkendîrê ku duçerxa wî heye li pişt wê selikek girê daye û berxa xwe danî hundirê wê û berê xwe da mala xwe ya qasî 3 kîlometre dûr.
Çalkendîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev berx jê ra bi diyarî hatiye û wiha domand: "Wek hûn jî dibînin zivistan e û hewa sar e, heke ev berx bimeşiya guneh bû. Min jî got bila neweste û necemide, loma min bi vî awayî anî."