Elif Irmak
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 07 Gulan 2020
Ji ber tesîra bahoza li navçeyê derket li Taxa Yeşîl Olamayê banê xaniyekî bi temamî, banê xaniyekî jî qismî firî, hin daran xisar dît.
Akîl Bozakê ku banê xaniyê wî xisar dît diyar kir ku ji ber babelîskê gelek dar jî şikestin û got ku "Min bi şivantiyê, emeletiyê, karkeriyê ev xanî çêkir. Kurê min jî li rojava di înşeatan da dixebite. Şikir ku tiştek bi kesî nehat."