Elif Irmak
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 07 Gulan 2020
Serê Çiyayên Torosên Navîên ên ku li Beyşehîra navçeya Konyayê û li sînorê bajarê Ispartayê cî digire û daristanên bajêr dor lê girtiye bi berf e cihên nizim jî bihar e.
Li navçeya Beyşehîra ku piraniya salê berf û hewaya sar lê heye heywanên ku çendî mehan di hewş û axuran da man bi germbûna hewayê ra li merayan diçêrin. Li Konyaya ku quntarên çiyayan bi heywanan xemilî bi helîna berfê ra sûllavên ku ava wan zêde bûn jî dîmenên xweşik derxistin holê.
Bi helîna berfê ra di serî da Sûlava Goksuyê xweşikahiyên bêhampa yên Sûlava Uçansuya li sînorê Antalyayê cî digire û Sûlava Pinarozuya li sînorê Ispartayê cî digire derketin holê.
Hat dîtin ku li daristanên bajêr ji ber ava gur hin darên li dora sûlavan ji kokê xwe wergeriyane û pireyên xwezayî derxistine holê.
Bi hatina biharê û germbûna hewayê li cihên nizim tebîat şên bûye û li serê Çiyayê Torosa Navîn jî hê jî bi berfê xemiliye.