06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
ŞANLIURFA
Nêrbûn û mêbûna kelhenekên ku êdî hindik maye koka wan biqele û li Bîrecûka navçeya Şanliurfayê dijîn li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn dihat diyarkirin. Êdî li Zanîngeha Harranê jî bi analîza pûrta wan ve nêrbûn û mêbûna kelhenekan tê fêmkirin.
Wezareta Karên Av û Daristanê di sala 1977an de li Bîrecûkê Cihê Kelhenekan ava kirin ku ew li wir bijîn û zêde bibin. Rayedar dema bihar tê wan berdidin qeraxa çemê Feratê, lê çaxê ku dema koçê tê ji bo ku koç nekin jî wan cardin dixin qefesan.
Midûrê Herêma 3yemîn a Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê Îsrafîl Erdogan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber ku kelhenek dişibin hev mirov nizane ew mê ne an nêr in û wiha axivî: "Pir dişibin hev. Beytar û bîyologên me jî nikarin wan ji hev derxin. Berê me xwîn ji wan hildida û dişande Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn ku bi testan nêrbûn û mêbûna wan bê tespîtkirin. Lê niha bi hevkariya Zanîngeha Harranê bi analîza pûrta wan nêrbûn û mêbûna kelhenekan tê fêmkirin. Bi vê rêbazê çûk eziyetê nakşînin."
Erdogan got ku xebatên wan ve hejmara kelhenekan gihîştiye 217an û wiha axivî: "Hejmara mê û nêran hema hema nîvî nîvî ye. Ev ji bo me avantajek e. Kelhenek ji xwe re hevalekî tenê hildibijêrin û ji ber ku hejmara wan wek hev e dikarin zêde hêlînan çêkin. Ewê di nav 5 salan de hêlînan çêkin dereng mezin dibin. Lê em hewl didin ku koka wan neqele."