Önder Beyter
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2020
Li Xelata navçeya Bidlîsê endamên Weqfa Perwerde û Çandê ya Ocaxên Rêzgezê ji bo heywanên kûvî dan û qût danîn çolê.
Serokê Weqfê Emrah Subaşi di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wan ligel ciwanan ji bo heywanên kûvî dan û qût danî çolê.
Subaşi diyar kir ku ev 5 sal e ew bi awayekî nîzamî zivistanê vê fealiyetê didomînin û wiha dewam kir:
"Em wekî weqfa Xelatê heywanên çolê ku zivistanê birçî dimînin, ji bîr nakin û em ji bo wan nan û qût datînin çolê. Di çarçoveya vê projeya berpirsiyariya civakî da, ku li gorî toraya Tirk û dînê Îslamê ye jî me xebateke bi vî rengî kir. Xwedê ji xêrxwazan razî be."