Elif Irmak
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2020
Li Gazîentaba bajarê gastronomiyê Kenan Suzererê ku şîraniyê difroşe demek berê ji mînderên rûniştinê yên li herêmê îlham sitand û şîraniyek çêkir û ji bo vê şîraniyê belgeya tescîlê sitand.
Kenan Suzererê 35 salî yê ji Gazîentabê ji mînderên rûniştinê yên li herêmê tên bikaranîn îlham sitand û şîraniyeke bi navê "şîraniya mînderê" çêkir, piştî ku şîranî hat ecibandin dest bi hîlberînê kir.
Suzerer şeklê mînderê dide hevîrê şîraniya xeleq û paşê wan sor dike û tûwik û mûzê jî dixe nav du qatan û fistiqan li serê direşîne û serwês dike.
Kenan Suzerer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku karê şîraniyê ji kalikê wî maye û got hewl dide ku di pîşeyê xwe da tiştên nû biceribîne û wiha axivî:

"Ez li gelek bajaran geriyam, derketim dervayî welêt. Min herdem heman tahm dîtin. Min got ku divê ez tiştekî cuda çêkim. Min hewl da ku tiştekî hem bajêr dixe bîra mirov hem jî bi tahm be çêkim. Mînder li bajêr tên bikaranîn. Min jî ev li ser şîraniyê ceriband."
Suzerer got kêfxweş e ku li bajarê gastronomiyê tahmeke nû derxist holê û wiha axivî: "Divê bajar derkeve pêş. Lewra me tescîla şîraniya mînderê sitand. Em dixwazin ku li nav welêt û dervayî welêt bayîtiyan bidin. Ji bo ku kalîteya me xira nebe me serlêdana patentê kir. Em ji hevîrê şîraniya xeleq çêdikin. Tê da tûwik, fistiq heye. Ez bi qeşaşîrê jî çêdikim. Ew jî gelekî hat ecibandin. Ji ber ku şîraniyeke sivik e xweşa herkesî diçe. Hemû melzeme tebiî ne."
- "Ji ser çapemeniya civakî dibînin û tên"
Suzerer qal kir piraniya mişteriyên wan ji dervayî bajêr in û ev gotin: "Em ji ber ku di çapemeniya civakî da aktîf in gelekî eleqe heye. Gelek turîst tên. Mêvanên ku tên vir ji bo ku kesên din jî bên pêşniyaz dikin. Dibêjin ku diecibînin."
Ji mişteriyan Nîhat Yilmaz jî diyar kir ku cara duyem e tê şîranîfiroşê û got ku "Şîraniya mînderê cuda ye. Gelekî xweş e. Ji bo miteşebisiyê mînakeke baş e. Ez pêşniyaz dikim ku mirov bên vir. Teqez dê biecibînin."