06 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
REFAH
Remezan Edwanê ku li Refaha bajarê Xezzeyê berbertiyê dike ji ber ku li bajêr gelek caran ceyran diçe, dema porê muşteriyan kur dike şûna makîneyê bi agir ve porê wan dişewitîne û wisa kur dike.
Bi agir porşewitandin û wisa kurkirin terzekî berê ye, ji ber ku li Xezzeyê ceyran diçe ev terzê porkurkirinê careke din tê xebitandin.
Berber Remezan Edwan ji nûçegihanê AAyê re got ku ji ber çûyîna ceyranê ew vê metodê diceribîne û li şûna makîneya fonê ya ku por rast dike ew wiha dixebite.
Edwan got ku wî hin madeyên kîmyewî xistine nav hin tûpên biçûk û ji dûr ve li ser porê muşteriyan direşîne û agir berdide porê wan. Dema ku por dest bi şewitînê dike ew porê wan traş dike.
Edwan anî ziman ku zirara van madeyan ji por re tune û ew li hemû dinyayê tê bikaranîn.
Berber Edwan got ku bi saya vê metodê por nermtir û baştir dibe û gelek berberên li Xezzeyê jî dixwazin vê metodê hîn bibin.