Mehmet Alaca
07 Gulan 2024•Rojanekirin: 08 Gulan 2024
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li dijî herêma Refahê êrîşa bejahî da destpêkirin û wan aliyê Filistînê yê deriyê sînor ê Xezeyê ku ji Misrê ra vedibe, bi dest xist.
Li gor daxuyaniya ku ji artêşê hat dayîn, Tumena 162yemîn û Tûxaya Bizirx a 401emîn di êrîşan da piştgiriya yekeyên artêşê yên li rojhilatê Refahê dikin û hat gotin ku kontrola Deriyê Sînor ê Refahê yê ku ji Misrê ra vedibe, hat bidestxistin.
Derî nêzî 3,5 kîlomêtreyan dûrî Misrê ye û hat gotin ku aliyê derî yê Filistînê bi temamî hat kontrolkirin û hat gotin ku di êrîşan da 20 Filistînî hatin kuştin.
Hatibû ragihandin ku artêşa Îsraîlê nêzî Deriyê Sînor ê Refahê yê li başûrê Xeta Xezeyê hin avahî bi roketan kirin hedef, bi topan êrîşî herêmên nêzî Deriyê Sînor ê Refahê û Deriyê Sînor ê Kerem Ebû Salim kirin.
El-Eqsa TVya ku wekî nêzî Hemasê tê zanîn, diyar kiribû ku artêşa Îsraîlê li ser hev aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê bombebaran kir.
Şahid ji nûçegihanê AAyê ra axivîn û gotin ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî herêmên nêzî Deriyê Sînor ê Refahê kirin.