Sayim Harmancı
13 Nîsan 2024•Rojanekirin: 18 Nîsan 2024
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê pîvokan bi hatine biharê ra vekir û tebîet xemilandin.
Li navçeya ku zivistana wê dijawar e berf heliya û pez derketin çolê. Bi hatina biharê re li navçeyê pîrokan vekir û tebîet şên bû.
Çiyayên Cîloyê ku hê li serê berf heye û kulîlkên pîvokên yên vekirin dîmenên xweş derxistin holê.
Wênegir û tebîethez li herêmê geriyan û wêne kişandin.
Wênegir Turan Koca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir bi germbûna hewayê ra tebîet şên bû.
Turan Koca destnîşan kir ku bi hatina biharê ra li derdorê kulîlkên rengîn vekirine û got ku em ji bo dîtina wan derketine gerê.