09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Melzemeyên alîkariyê yên ji bo malbatên ku ji ber bûyerên terorê ji Sûra navçeya Diyarbekirê derketin, hatibûn komkirin, li wan hatin belavkirin.
Hin saziyên civakî yên sivîl ên li Diyarbekirê ji bo welatiyên ku ji ber bûyeran mexdûr bûne kampanyaya bi navê "em ji bo mihacirên Sûrê bibin ensar" dan destpêkirin û Weqfa Alîkariya Însanî ya Heq û Azadiyan jî tirek melzemeyên alîkariyê da.
Hin saziyên civakî yên li Şanliurfayê melzemeyên ku kom kirin bi tirê şandin Diyarbekirê.
Rayedarên saziyên civakî alîkariya ku hat şandin li welatiyan belav kirin.