Türkan Tosun
09 Tebax 2018•Rojanekirin: 10 Tebax 2018
BÎNGOL
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê koçer havîna xwe li zozanan derbas dikin, di nav şert û mercên zehmet lê ewqasî jî xweş û geş de zexireya xwe digrin.
Erdnîgariya Bîngolê ji sedî 42 ji mera û zozanan pêk tê û nêzîkî 2 hezar koçer li bajêr heywanan xwedî dikin.
Dema hewa germ dibe û havîn tê koçer derdikevin zozanan. Di hewaya hênîk, dûrî teknolojiyê him heywandariyê dikin û him jî roja xwe xweş derbas dikin.
Çiyayên Şerefdînê ya ku raqima wê 2 hezar û 544 e û di navbera Karliova û Solxanê de ye û ji bo koçeran cihekî pir baş e.
Koçerên ji eşîra Berîtanê li zozanên quntara Şerefdînê heywanên xwe xwedî dikin, penêr, şîr, rûn û goştê xwe hildidin.
Jin serê sibê radibin taştê hazir dikin, pez didoşin, kinca dişon û nan dipêjin.
Piştî nivro dîsa ew pezê xwe didoşin, şîvê amade dikin û roja xwe bi kar û barên li zozanan diqedînin.
Zarok jî alîkariya malbata xwe dikin, kerê sîwar dibin, li zozanan dibezin û dilîzîn.
- "Av û hewaya zozanan xweş e, lê karê me zehmet e"
Leyla Morkoyunê behsa kar û barê zozanan kir û wiha axivî: "Em serê sibê zû radibin, taştê amade dikin, dixebitin. Av û hewaya zozanan xweş e, lê karê me zehmet e. Em cih û nivînan berhev dikin, nan dipêjin, pez didoşin. Jiyana bajêr hêsan e, lê ya zozanan zehmet e, her kes nikare bike."
Kumriye Morkoyuna xwesiya Leylayê ya ku 61 salî ye jî got ew li zozanan hatiye dinyayê, li wir zewiciye, li gor salên berê jiyana niha li zozanan hêsan e.
Mahmut Morkoyun jî got ew ji gundê Ekînyoluya Bîngolê hatine zozanan û 4 meh in ewl li zozanan in.
Morkoyun got heywandarî karê wî yê bav û kalan e û wiha axivî: "Ez wekî kesekî ji eşîra Berîtanê her tim têm zozanên Şerefdînê."