Hüseyin Yıldız
04 Adar 2023•Rojanekirin: 05 Adar 2023
Li Îdirê 102 hezar û 75 lire ceza dan 6 kesên ku bi qaçaxî nêçîra kewan dikirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Îdirê di çarçoveya têkoşîna dijî nêçîrvaniya qaçax da di kontrolên li eraziyê da tesbît kir ku li cihekî kon hatine vedan. Ekîbên cendirmeyan li konan lêgerîn kirin û tesbît kirin ku 6 kesan bi qaçaxî nêçîra kewan kiriye.
Di lêgerînan da 27 kew û 13 qefes û dafik hatin bidestxistin. 102 hezar û 75 lire ceza li nêçîrvanên qaçax birîn, dest danîn ser kew, qefes û dafikan.