Hüseyin Yıldız
30 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2021
Li Îdira ku ji ber şertên wê yên erdnîgariyê û avûhewaya wê wekî "Çukurovaya Rojhilatê" tê binavkirin, kandêlkirina zebeşan dest pê kir.
Li bajêr salê nêzî 30 hezar tonî zebeş tê kandêlkirin û Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê ji bo berhevkirina zebeşên ewil ên îsal li gundê Obayê di bostanekî da çalakiya kandêlkirinê li dar xist.
Piştî dia hatin kirin, Walî û Cîgirê Şaredar Huseyîn Engîn Sariîbrahîm, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Albay Mustafa Ozdurhan û Midûrê Çandinî û Daristanê Ozkan Yolcu bi midûrên saziyan û cotkaran ra demekê zebeş kandêl kirin.
Zebeşê ewil ê ku hat kandêlkirin 15 kîlo hat û Walî Sariîbrahîm bi usûla mezadê ev zebeş bi 6 hezar û 250 lireyî firot.
Walî Sariîbrahîm daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku zebeş di çandiniya bajêr da cihekî girîng digire û wiha dewam kir, "Em ji esnafên me yên herêma me û bajarên me yên derdorê rica dikin ku zerzewade û fêkiyên Îdirê bifiroşin û hem muracatî me û hem muracatî Midûriya me ya Bajêr a Çandinî û Daristanê bikin. Em hemû bi hev ra berên xwe bifiroşin ku qîmeta wan zêdetir bibe."