28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
IGDIR
Li bajarê Îdirê di encama operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 15 gumanbar ku di nav wan da Serokê berê yê Şaredariya Halfelî Omer Aksu û terorîstek PKKyî ji kadroya çiyê jî hebû hatin girtin.
Bi koordînasyona Fermandariya Cendirmeya Navçeya Navendî û beşdariya ekîbên ewlekariyê, li navenda bajêr û li beldeya Halfelî operasyonek bi navê "Şafak 13" hat lidarxistin.
Di encama operasyonê da 15 gumanbar ku di nav wan da Serokê berê yê Şaredariya Halfelî Omer Aksu jî hebû bi îdîaya "endambûna PKKya rêxistina terorê, piştgirî û alîkariya rêxistinê" hatin girtin.
Hat ragihandin ku di nav gumanbarên binçavkirî da terorîst A.K yê bi nasnavê "Ronî" ku ji kadroya çiyê ye jî heye.
Ekîban, piştî kontrola tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê, gumanbar birin Fermandariya Cendirmeyê.