Sabri Sarcan
10 Gulan 2026•Rojanekirin: 10 Gulan 2026
Li Îdirê qasî 1000 siruşthez hatin bal hev û li Girên Bûka Baranê meşiyan û paşê jî bafirok firandin.
"Şahiya Bafirokan û Meşa Siruştê ya Li Girên Bûka Baranê" ya ku ji hêla Ajansa Pêşketinê ya Serhatê (SERKA) va li Tuzlucaya navçeya Îdirê hat lidarxistin, eleqeyeke mezin dît.
Çalakî ji bo danasîna herêmê û pêşvabirina turîzmê hat lidarxistin.
Hezkiriyên siruştê li hev civiyan, piştî meşeke nêzîkî saetekê gihîştin lûtkeya Girên Bûka Baranê.
Ziyaretvanan bafirokên rengîn ên ku ji hêla SERKAyê va hatin dayîn firandin û pê kêfxweş bûn.