İbrahim Atmaca
02 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2018
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê mîha rêncberekî za û di carekê da 6 berx anî.
Li taxa Hamdîbeyê li di tewleya Hayatî Ozkan da ji 4 mîhên avis mîhek za û 3 jê mê 6 berx anî.
Ozkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku karê wî yê esil birin û anîna rêwiyan e û digel vî karî ew li kêleka mala xwe pez jî xwedî dike.
Ozkan diyar kir ku yek jê beran 5 pezên wî hene û ew ji bo doşanî pêz xwedî dike. Ozkan got ku ji mîhên wî yên avis vê sibehê sanciya yekî girt û wan gazî beytar kir û wiha dewam kir, "Piştî ku beytar jî hat û şûnda mîh za û 6 berx anî. Em pir şa bûn, Xwedê nesîbê hemû rêncberên me bike."
Ozkan destnîşan kir ku ji berxan tenduristiya 5 heban baş e û wiha dewam kir, "Ya şeşemîn jî dijî, lê tenduristiya wê pir ne baş e. Înşallah ew ê jî baş be. Cara ewil tiştekî wiha dibînim."