Abdullah Tel
16 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2021
Li Dutaxa navçeya Agiriyê şêniyên hin gundan ku di mehên havînê da bi paletî û heywan xwedîkirinê ra eleqedar in di mehên zivistanê da jî ji Çemê Muradê yê piraniya rûyê wê cemed girtiye masiyan digirin.
Qismek şêniyên gundê Batmişa 40 mal lê hene û li ser navçeya Dutaxê ye zivistanê ji bo debara malbatên xwe bikin berê xwe didin Çemê Muradê.
Şêniyên gund digel sir û seqema zivistanê hema bêje her roj serê sibehê zû radibin, qût û alifên heywanên xwe dikin ber û paşê jî berê xwe didin Çemê Muradê yê qismekî wê cemed girtiye.
Gundî cil û bergên ji bo masîgiriyê ku avê derbas nakin li xwe dikin û dibêjin "ya bismillah" û cemeda rûyê ser çem bi bêran dişkênin û cihê masî lê ne kifş dikin.
Şêniyên gund tora xwe diavêjin nav ava çem û piştî demeke bi şûnva tora xwe derdixin û bi masiyên ketine torê va kêf dikin. Masiyên dikevin torê jê derdixin û dikin çewalan karê ku serê sibehê dest pê dikin heta êvarê didomînin.
Piştî ku karê wan qediya çewalên tijî masî datînin ser xizangên ji textan çêkirine û ber bi malê xwe va derdikevin rê.
Nûçegihanên AAyê jî bi droneyê va ji hewayê dîmenên xweş û rengîn ên masîgiran a zor û zehmet kişandin.