Fatih Gazioğlu
24 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Bendava Alparslan-1ê ji navenda navçeyê qasî 20 kîlomêtro dûr e. Masîgirên her roj serê sibê tên qeraxa bendavê bona girtina masiyan dest bi xebatê dikin.
Masîgir bi keştiyên xwe yên biçûk li ser bendavê digerin û 3-4 caran torên xwe diavêjin avê û masiyan digirin.
Ji masîgiran Murat Bayraktar got ku ew masiyên digirin dibin navçeyê û li wir difiroşin.
Ji masîgiran Raşît Beyazdagli jî got ku ew bi masîgirtinê debara mala xwe dikin û wiha axivî: "Van rojan masîpank û masiyên herêmî zêde ye. Masiyê deqsor kêm e."