Haydar Şahin
24 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2019
Li Navenda Xwedîkirina Nêrî û Beranên Guniyê ya Bîngolê ji bo islaha pêz beranên guniyê tên xwedîkirin û dewlet ji sedî 50 piştgiriyê dide heywandarên wan dikirin.
Yekîtiya Xwedîkirina Nêrî û Beranên Guniyê ya Bîngolê bi piştgiriya Midûriyeta Giştî ya Heywandariyê ya Wezareta Çandinî û Daristanan va di çarçoveya Projeya Piştgiriya Veberhênana Xwedîkirina Nêrî û Beranên Guniyê da ji sedî 50 hîbe sitand û Navenda Xwedîkirina Nêrî û Beranên Guniyê ava kir.
Li Dîka gundê navendê ji bo ber û bereketa mî û bizinên xwemalî zêde bikin îstasyon hat avakirin ku agahiyan bidin heywandaran. Li îstasyonê kavirên di 6 mehiyan wan da tên kirîn ji bo guniyê tên xwedîkirin.
Dîsa di çarçoveya 6 projeyên ji bo "Projeya Islaha Heywanên Gel" a Wezaretê tên meşandin da akvirên guniyê tên bijartin li îstasyonê 6 mehan tên xwedîkirin. Paşê van beranên guniyê bi hibeya dewletê ya ji sedî 50 yî va difroşin heywandaran.

- "Me hatenî nika 1025 beran belav kirin"
Alî Kasaduyê Serokê Yekîtiya Xwedîkirina Nêrî û Beranên Guniyê ya Bîngolê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kirk u di çarçoveya "Projeya Cotkariya Neteweyî" da par navend ava kirin û 500 serî pezî hildide û ji bo heywandaran beranên guniyê mezin dikin.
Kaysadu diyar kir ku ji bo pêşxistina cisnê pêz ê di destê gel da proje çêkirin û wiha pê da çû: "Me ji wezaretê ji sedî 50 hîbe sitand û çêwlig ava kir. Di vê çarçoveyê da bajarê me ji bo 5 salan wekî herêma pîlot hat bijartin. Em ê 5 salan beranên guniyê xwedî bikin û li heywandaran belav bikin. Dewlet ji sedî 50 hîbeyê dide heywandarên beranan dikirin. Me hatenî nika 1025 beran belav kirin. Nika jî 500 beranî xwedî dikin em ê wan jî li heywandaran belav bikin û hejmarê derkete 1525 beranî."
- "Kaviran ji birên tên islahkirin dijbêrin"
Kaysadu diyar kir ku kavirên guniyê ji birên tên islahkirin dijbêjir, bi temamkirina projeyê va şîr û goştê pêz ew ê bi ber û bereket be.
Kaysadu destnîşan kir ku kaviran di 6 mehiyan wan da hildidin qasî 6 mehan xwedî dikin ku rind bibin û wiha pê da çû: "Em 6 mehan xwedî dikin paşê difroşin heywandaran. Ji bo kevirek bibe beran divê 12 mehên wî temam bibin. Dema em van diforşin ji sedî 50yê pere heywandar ji sedî 50yê pere jî wezaret dide."