Ahmet Kaplan
14 Nîsan 2025•Rojanekirin: 14 Nîsan 2025
Meteorolojiyê ji bo Sêrt û Şirnexê hişyariya berfa zêde da.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor nirxandinên dawîn berf tê payîn û berf wê îro êvarê tesîra xwe zêde bike û heta nîvê şevê li Perwariya Sêrtê û deverên bilind ên Uludere û Beytuşebab navçeyên Şirnexê bibare.
Ji welatiyan ra hişyarî hat dayîn ku seba cemed û qeşayê û di çûyîn û hatinê da baldar û bi tevdîr bin.