09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
IGDIR
Meymûnên avê yên ku tê texmînkirin ji Rûsya û Ermenistanê dan ser şopa robaran û hatin Îdirê, li parka neteweyî ya li pêşa Çiyayê Agiriyê ku wekî "baniyê Tirkiyeyê" tê pênasekirin, bicih bûn.
Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ku ji aliyê Îdirê va li pêşa bilindtirîn çiyayê Tirkiyeyê dimîne, mazûvaniya meymûnên avê jî dike.
Li herêma ku bi hezaran donim xaka avedaniyê jî di nav xwe da dihewîne, êdî meymûnên avê ku tê texmînkirin ji welatên cîran dan ser şopa robaran û hatin jî hene.
Meymûnên avê li devera ku qamûş lê hene û kûrahiya wê cî ciyan zêde dibe, dijîn. Dema ku însan tên seredana vê derê, meymûn di kûrahiya destnîşankirî da xwe berdidin xwarê û herwiha di nava qamûşan da xwe vedişêrin.
Meymûnên avê ku heywaneke nadîr e, li Îdirê di kamêrayên ekîba AAyê da reng vedan.
Midûrê Karûbarên Daristan û Avê yê Îdirê Mete Turkoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku meymûnên avê ji çewligan revîne û hatine li vir ji xwe ra jîngehek ava kirine.
Turkoglu bal kişand ku meymûnên avê ciyên ku însan kêm in tercih dikin û wiha xeberda: "Ev meymûnên avê di dawiya salên 1890î û destpêka salên 1990î da bi taybetî jî bona hilberîna kurkê ji Amerîkaya Başûr ji hêla Şîlî û Arjantînê anîne Tirkiyeyê û di çewligan da hatine xwedîkirin."
Turkoglu diyar kir ku herêm bona jiyana heywanên bi vî celebî guncaw e û wiha dewam kir: "Ev heywan bi taybetî jî bona hilberîna kurkê li Bulgaristan, Ermenistan û Rûsyayê di çewligan da dihatin xwedîkirin. Di salên 1950yî da dema taleba kurkê kêm bû, hilberîneran jî dest bi xalîkirina çewligan kirin. Ev cure heywanên avê yên ku ji çewligan qaşgûn bûn an jî bûn selemtû, bi taybetî li parêzgehên me yên ser sînor ji xwe ra jîngeh peyda kirin."
Tebîethez Hakan Turanê ku ji bo dîtina meymûnan hat parka neteweyî jî wiha got: "Em ligel hevalên xwe hatin parka neteweyî. Herwisa derfeta me çêbû ku em ji dûr va meymûnên avê bibînin."