Fevzi Kemal Karagöz
16 Îlon 2024•Rojanekirin: 20 Îlon 2024
Mihrîcana Rêya Çandê GastroAntep a ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê û Wezareta Çand û Turîzmê va hat lidarxistin, di roja duyem da dewam dike.
Standên ku ji aliyê şirketên xwarin û vexwarinê va li Parka Mihrîcanê hatine danîn bala welatiyên ji bajêr û bajarên derûdorê hatine, dikşînin.
Mehmet Yalçinkayayê di bernameya MasterChefê ya ku şefên navdar jî di nav da ne da cih digire li ser "Bandora Tahmên Kevneşopî yên li Ser Bazara Kurewî û Trendan" axivî.
Di mihrîcanê da xwarin û vexwarinên herêmî yên bajêr bi saya xebatên atolye û çalakiyan tên nasandin.
Welatiyên tên standan xwarin, şêranî û vexwarinên ku hostayan amade kirine, tahm dikin.
Hosteyên qetmerê jî şêraniyên xweş ên ku çêdikin pêşkêşî mêvanan dikin.
Gursel Keleşê rêvebirê pêşbirka bi navê "Xwendekarên Local chefê di pêşbirkê da ne" ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku xwendekarên zanîngehê di pêşbirkê da qabiliyeta xwe nîşan dan.
Keleş diyar kir ku xwendekarên beşa gastronomiyê yên 6 zanîngehan di pêşbirkê da sê cure xwarin çêdikin û wiha got: "Ewê bi xwarinên destpêkê, xwarina sereke û şêraniyê berdewam bike. Niha xwendekarên me xwarinên sereke çêdikin. Pêşbirkeke ku 4 saetan dewam dike ye. 13 endamên jûriyê yên hêja yên ku ji dezgehên cuda ên Tirkiyeyê gihane xwarinan dinirxînin. Di dawiya pêşbirkê da xelat wê bên dayîn. Armanc dayîna xelatan nîne, armanc ew e ku xwendekar bikaribin kelecana xwe aram bikin û bi awayekî rehet tevbigerin. Bikaribin wek hosteyekê tevbigerin.
Ji xwendekaran Mîne Başiaçikê jî got ew bi kelecan in, lê xwarinên wan ên baş hene û ew dixwazin bibin yekemîn.