Türkan Tosun
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2020
Li Tirkiyeyê 17 milyon darên mişmişan hene ku ji van 8 milyon li Meletiyê ne.
Li Meletiyê 50 hezar malbat bi karê mişmişan debara xwe dike.
Yekîtiya Ewropayê li Tirkiyeyê peqlewaya Entabê di rêza yekem, hêjîrên Aydinê di rêza duyem û mişmişên Meletiyê jî di rêza sêyem da wek xwarin û berên ji hêla erdnîgariyê va hatine îşaretkirin tescîl kiriye. Mişmişên di rêza sêyem da ne par li 110 welatan hat firotin.
Serokê Borseya Bazirganiyê yê Meletiyê Ramazan Ozcan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand tehma mişmişên Meletiyê li ser zimanan dimîne, ji ber vê ew gelekî tê îxrackirin.
Ozcan got di sala 2018an da 95 hezar û 350 ton mişmişên hişkirî hatine îxrackirin û wiha axivî: "Par jî 99 hezar û 666 ton mişmişên hişkirî hatin îxrackirin û me 253 milyon û 500 hezar dolar qezenc kir."
Ozcan anî ziman wan par herî zêde mişmiş firotine Amerîka, Fransa, Rûsya, Almanya û Îngiltereyê, lê ji bo ku îxracê welatên din jî bikin ew dixebitin.
Ramazan Ozcan got ew dixwazin xwe bigihînin bazara Rojhilatê Dûr û wiha dewam kir: "Di sala 2018an da li Çînê xwarina mişmişan pir zêde bû. Di sala 2019an da li gor salek berê 2 hezar ton zêde bû."