Abdullah Tel
14 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
Bajarê Edîrneyê di nav mijê da ma û qismekî Mizgefta Selîmiyeyê jî di nav da xuya nekir.
Berdestê sibehê li deverên bilind ên bajêr mij ket erdê. Li hin cihan ji ber mija zêde mirov 25 metreyî wêdetirê nedidît û şofêrên wesayît diajotin gelek zehmetî kişandin.
Lê ji aliyekî va jî ev mija hanê bû sedema dîmenên gelek xweş.
Li Edirneyê ji ber mijê Mizgefta Selîmiyeyê di nav mij û dûmanê da ma û dîmeneke xweş derkete holê. Minareyên mizgeftê, qubeyên wê di nav mijê da man ku mirov metel man. ( Salih Baran - Anadolu Agency )
Mizgefta Selîmiyeyê ku ji hêla Mîmar Sînan va bo Selîmê 2yemîn ê Padîşahê Dewleta Osmaniyan bû, hatibû çêkirin di nav mijê da ma.
Nîvê mizgeftê di nav mijê da ma û heta hin qûbeyên wê ji ber mijê qet xuya nedikirin.