Halil İbrahim Sincar
14 Îlon 2023•Rojanekirin: 16 Îlon 2023
Mêrdîn bi cî û warên xwe yên dîrokî, xurekên xwe yên xweş û di warê geşta baweriyê da bi potansiyela xwe va rastî eleqeyeke mezin a geştiyarên xwecî û biyanî tê.
Her sal bi hezaran turîst Bajarê Kevnare yê Darayê, Muzeya Mêrdînê, Medreseya Qasimiyeyê û Keşîşxaneya Dêra Zeferanê ziyaret dike.
Digel ku di 6ê Sibatê da li Kahramanmaraşê erd hejiya û havîna îsal gelekî germ derbas bûbe jî bajêr di 8 mehên salê da mazûvaniya 300 hezar turîstên xwecî û biyanî kir.
Ji ber erdhejê gelek tûr hatin betalkirin. Li bajarê ku 17 hezar kes di heman demê da dikarin lê bimînin, seba payîzê rezervasyon zêde bûn.
Hedefa bajarê şaristaniyan ew e ku di seranserê salê da mazûvaniya 800 hezar mêvanan bike. Ji bo vê jî bajêr li benda payîzê ye.
Serokê Komeleya Turîzm û Xwediyên Otelan a Mêrdînê (MARTOD) Ozgur Gurgor ji nûçegihanê AAyê ra got ku li Mêrdînê bi otel, mêvanxane û qonaxên ku nû hatine vekirin va ji bo mayîna şevê û razanê 17 hezar cî û nivîn hene.
Gurgor got, "Me par sezoneke pir baş derbas kir. Li bajêr nêzî 800 hezar kes bûn mêvan." û destnîşan kir ku ji 2 milyonî zêdetir mêvan jî rojane hatin bajêr.
Gurgor diyar kir ku îsal jî armanca wan ew bû li bajêr mazûvaniya milyonek mêvanî bikirana lê ji ber erdhejê rezervasyonên navbera sibat û gulanê hatin betalkirin.
Gurgor diyar kir ku rezervasyon zêde bûne, di van 4 mehan ewê kêmasiya xwe bigirin û kirine armanc bigihijin 800 hezar ezimandin û got, "Li gorî anketan ji 10 kesan 7 kes dixwazin Mêrdînê bibînin. Em yek ji wan bajarên nadîr in ku hem geşta bawerî û hem jî ya çandî heye. Ji bo mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê daxwazek pir cidî heye."
Gurgor destnîşan kir ku li bajêr veberhênan her diçe zêde dibe, otela 5 stêrk tescîl bûye, di vê xalê de wan armancên xwe berfireh kirine.
-"Em ketin serdemeke ku bêtir geştiyarên biyanî tên"
Rayedarê ajansa geştiyarî seyahetê Îsmaîl Sincar got ku wan 6 mehên ewil ên salê bi taybetî jî di rojên tatîlê de rûbirûyê eleqeyeke zêde ya ziyaretvanan bûn.
Sîncar anî ziman ku Mêrdînê di Cejna Qurbanê de jî bû terciha ziyaretvanan û tevî germa zêde eleqeyeke mezin dît.
Sîncar got, "Balafir tijî hatin. Otelên me bi hemû qebareya xwe xebitîn. Di geran de em bi hemû personelên xwe re li qadan bûn. Demsaleke qerebalix bû. Mêrdîn di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye. Germ be jî, Mêrdîn e bajarek e ku hêjayî gerê ye. Bajarekî ku geşta çandî lê zêde ye, em ketin serdemeke ku bêtir geştiyarên biyanî tên. Di havînê de mirovên ku ji qerebalixiyê direvin tên Mêrdînê. Mêrdîn bi taybet di mehên biharê de bajarekî pir xweş e."