Abdullah Söylemez,Emre Peker
17 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2024
Newala Muradê û derdora wê ku li Giyadîna navçeya Agiriyê ye û bi xweşikahiya xwe ya siruştî va her demsal mazûvaniya siruşthezan dike, di binê berfê da ma.
Newal li rexê navçeyê ye û bi danasîna xweşikahiyên wê yên siruştî va di demên dawîn da gelekî tê zanîn.
Kûrahiya newalê cî bi cî heta 50 mêtreyî zêde dibe û berahiya wê jî nêzî 150 mêtreyî ye. Di hin heyamên salê da bi kordîneya Walîtiya Agiriyê di newala ku dirêjahiya wê çendîn kîlomêtre ye da meşa siruştê jî tê kirin.
Bi ketina berfê ra Newala Muradê û derdora wê spî çîl bû. Xweşikahiyên siruştî yên newalê bi droneyê hatin kişandin.