Abdullah Tel
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2020
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Aydin diyar kir ku li 271 zozanên bajêr bi tevahî milyonek û 384 hezar pez diçêrin û salê ji wan 60 hezar ton şîr tê dotin û 2 hezar ton jî hirî tê birîn. Aydin ragihand ku bi saya pêz salê bi qasî 550 milyon lireyî dahat tê û ev jî bi kêrî aboriyê tê.
Aydinê ku çû gundê Ekînduzuya 35 kîlometre ji bajêr dûr e bi koçerên li zozanên bilindahiya wê ya ji behrê 2 hezar û 500 metre ye ra hat bal hev.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Aydin li zozanan guh da koçeran û kêmasî û pirsgirêkên wan pirsî û di daxuyaniya da rojnamegeran da jî got ku li bajêr 217 zozanên wek qada çêrê ya ji 3 milyon û nîv donimî pêk tên hene.
Di axaftina xwe da Aydin got: "Li herêmê piştî ku hizûr û aramî bi cih bû heywandarî jî zêde bû. Xwediyên pez hersal di meha gulanê da derdikevin zozanan. Îsal li bajarê me li 217 zozanan milyonek û 384 hezar pez hene. Ev bi tenê yê me nînin. Ji Riha, Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt û Batmanê jî pêz tînin zozanên me. Ji wan deran bi qasî 300 hezar pez niha li zozanên me diçêrin."
Koçerên li zozanan ji ber serdanê ji Aydin ra spas kirin û xwestin ku bila di demeke kurt da pirsgirêkên jê ra qal kirin bên çareserkirin.