20 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
ANKARA
Di operasyonên li dijî pêkhateya bajêr a PKKya rêxistina terorî de li giştiyê welêt, hejmara binçavkiriyan derket 960 kesî.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda operasyonên ku ekîbên ewlekariyê ji bo pêşî lêgirtina çalakiyên terorîstên PKKyî dan destpêkirin berdewam dikin.
Di çarçoveya operasyonên li dijî DGH, KCK-TMyê yên di 9ê adarê de li giştiyê welêt hatin destpêkirin de 220 gumanbarên din hatin binçavkirin.
Herwiha hejmara gumabarên di navbera 9-20ê adarê de hatin binçavkirin gihîşt 960 kesî.