İbrahim Atmaca
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Li Ovacika navçeya Tunceliyê ku bi floraya xwe ya dewlemend û cureyên endemîk tê zanîn, bi germbûna hewayê ra minminîkên "periyên çindik çindik ên piçûk" xemilî û merivan hejmetkar dihêle.
Li Ovacika ku Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê, Çaviyên Munzûrê, Geliyê Mercanê, Sûlavên Kirkmerdîvenê û Newala Haramiyê lê ne, bi zindîbûna siruştê va gelek cureyên minminîkên ku perê wan rengîn in, derketin holê.
Li navçeyê 120 cure minminîk hatine qeydkirin. Di navbera mehên nîsan û cotmehê da siruşt bi gelek minminîkên ku li gor reng û neqşên perên wan tên tesnîfkirin, şên dibe. Çend rojên dawîn e ku minminîkên periyên çindik çindik ên piçûk (coenonympha pamphilus) derketine û bedewiyeke cuda dide siruştê.
Di perên van minminîkan da xaleke reş heye û ev minminîk di salê da 2 an jî 3 caran li hev zêde dibin û li cihên hişt û tav dijîn.