İbrahim Atmaca
24 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Gundiyên Azakperta (Adakli) navçeya Bîngolê bi qern û salan e ku kevneşopiya şikr û selewatê ya "kat kat"ê didomînin.
Li gundê Dimlekê (Karaçubuk) zevî û çayîrên ku traktor nakevinê gîhê bi tirpanê didrûn û wî gîhayî seba ku zivistanê bidin heywanên xwe yan tînin lod dikin yan jî dixin kes. Şêniyên gund diçin paletiya hev û bi hev ra zeviyekê didrûn, bi tirmixan berhev dikin, paşê dixin texe. Wexta ku tirpanên paleyan ko dibin jî, tînin bi çakûç û sindiyan tirpanên xwe dikutin, paşê bi êge û xar va tûj dikin.
Gundî piştî xelaskirina dirûna gîhê kevneşopiya ku jê ra dibêjin "kat kat" û nîşaneya şikrê ye, didomînin.

Bi kutabûna dirûnê ra paleyê herî kal bi dengekî bilind dibêje "Kat kat ji bo zeviyê bereket, ji rêncber ra quwet, ji hezretî pêxember ra selewat (Kat kat tarlaya bereket, rençbere kuvvet, hazreti peygambere salavat)" ku li hin deveran jî weke "Bercemalî nûra Mihemed selewat" dibêjin, paleyên din jî piştra bi dengegekî bilind selewatê tînin.
Ji gundiyan Resûl Akçîl (56) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo ku xêr û bereket têkeve navê selewatê tînin.
Akçîl diyar kir pale bi vê kevneşopiyê va peyamê didin û dengê xwe digihînin paleyên der û dorê ku wan karê xwe qedand û wiha dewam kir: "Ev mesleya kat katê tê vê meneyê ku tu ji paleyên din ên ku zeviyên din da dixebitin ra dibêjî ku 'Me dirûna vê zeviyê kuta kir'. Yek jî em ji bo xêr û bereketê ji pêxemberê me ra selewatê tînin."
Azîz Çayirê (55) ku hatiye paletiya xwediyê zeviyê jî got, zeviyên ku traktor nakevinê, ew bi tirpanê didrûn û li gund diçin paletiya hevdu û gîhê didrûn.
Mahmut Dîlsizê 67 salî jî got ku ew ji ber berdewamkirina kevneşopiya kat katê kêfxweş e û diyar kir, ew êdî nikare gîhê bidrû, lê bi tirmixê gîhê berhev dike.
Ferît Çayirê (47) ku carê carekî tirpana xwe bi xar tûj dike jî got ku ew ji 16 saliya xwe heta niha gîhê didrû û bavê wî ew hîn kir, ew dikare rojê donimek gîhê bidrû.