Ekrem Senvar
23 Gulan 2021•Rojanekirin: 25 Gulan 2021
Li Erxenîya navçeya Diyarbekirê paleyên li nav zeviyan dixebitin kar û xebatên xwe di bin qêleqijê da didomînin.
Pale serê sibehê di hînikayiyê da dest bi kar dikin û di nav germahiya heta 25 pileyan dertê da dixebitin û ji bo tav li serê wan nexweşî şewqe didin serê xwe.
Paleyên li zeviyên Taxa Ortayaziyê dixebitin gotin ku ew ji bo debara mala xwe digel germahî û qêleqijê karê xwe dikin.