Penaberên sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyê, debara malbata xwe, bi rehên sûsê dikin.
Sûsa ku li Deşta Mûşê şîn dibe û di senayîya dermançêkirinê de zehf tê bikaranîn, ji bo sûriyeyiyên li Mûşê bi cih bûn, bû deriyê debarê . Sûriyeyî bi komkirin û firotina rehên sûsê debara xwe dikin.
Penaberên ku di konên nêzî li Gokyaziya gundê ser navçeya Haskoyê de dimînin, di zeviyên herêmê de rojane bi 40 lîreyan dixebitin. Sûriyeyî ji zêwiyên ku tên ajotin, rehên sûsê berhev dikin.
Halîl Bayraktarê rayedarê fîrmayeke taşeron ku her sal ji Hatayê tê Deşta Mûşê û ji vir rehên sûsê distîne, ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Bayraktar got ku xebatkarên sûriyeyî tona rehên meyanê bi 800 lîreyî difroşin û destnîşan kir ku ew rojane 5 tonan kom dikin.
Bayraktar got ku, rehên sûsê nîv metre di bin erdê de bixwe hêşîn dibin, herwiha reh û ava sûsê ji bo gelek nexweşiyan jî derman in.