Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Hekîmhanê çêbû de 19 kes birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otobêsa bi plakaya 44 ET 304 a ku Akîf Unver diajot nêzî Taxa Salicikê ya rêbeja Hekîmhan-Argûvanê nekarî ku ji fetlanokê derbas bibe û wergeriya.
Di qezayê de bi ajokar re Fatma Keçelî, Songul Çelîk, Bersû Çelîk, Ozgul Kurak, Sadet Kizilaslan, Fîlîz Çelîk, Gulsen Kizilaslan, Emîne Irgat, Memet Soyer, Semîha Keçelî, Bagdat Yildirim, Şerîfe Çelîk, Emîne Ozhan, Lutfiye Yalçin, Meral Çelîk, Sezîn Çelîk, Duygu Yîgît û Sûltan Keçeliyê ku di otobêsê de bûn birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekîmhanê. Piştî midaxaleya ewil a vir birîndaran sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê û Navenda Tibê ya Turgut Ozal a Zanîngeha Înonuyê kirin. Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.
Hat ragihandin ku kesên di otobêsê de ji xwarineke ku li Taxa Ballikayayê hatibûn vexwendin vedigeriyan.