Hat ragihandin ku endamên PKKa rêxistina terorê, li Cizîra navçeya Şirnexê êrîşê qursên Qur'anê, avahiyên dibistan û wargehên xwendekaran jî dikin.
Terorîstên ku li kolan û sikakên navenda navçeyê kozik vedan, li ser rêyan berîqat danîn û jiyana rojane ya gelê herêmê asteng kirin, niha jî zirarê didin navendên perwerdeyê.
Terorîstan bi çekên lûledirêj êrîş bir ser avahiya qursa Qur'anê ya li Taxa Cûdiyê. Xwendekarên qursê ji ber bûyerê, şandin malên wan.
Di dîwarê wargeha xwendekaran a li ber Lîseya Anadoluyê ya Ataturkê ya Cizîrê de jî cihê guleyan hat tespîtkirin. Hat destnîşankirin ku terorîstan deriyê dibistanê jî jêkiriye û li ser rêyan wekî berîqat bikaraniye.